Aller au contenu principal

Dewleta Sefewiyan


Dewleta Sefewiyan


Dewleta Sefewiyan an jî Dewleta Sefewî (bi farisî: صفویان‎), dewleteke Kurd dîrokî ye ku di navbera salên 1501 û 1736an de Azerbaycan, Îran, Ermenistan, Îraq, Efxanistan, Tirkmenistan û beşek ji Kurdistanê di nav sîndorê xwe mezin kiriye. Xanedana Sefewiyan de fars, azerî û kurdan xwe cih girtiye. Şahê Sefewî yê mezin Şah Îsmaîlê Yekem di 17 'ê Tîrmeha 1487'an de li Erdebîlê li Merta û Şêx Haydar ji dayik bû. Bavê wî Haydar, şêxê tariqa/rêbaza Sefewî û rasterast neviyê damezrênerê wê yê kurd Safî-ad-din Erdebîlî bû.

Xanedaniya Sefewî

Yek ji xanedanên serdest ên herî giring ya Îranê ji salên 1501 heta 1736an bû. Xanedanîya Sefewîyan resenîya xwe ji Sofîtî ya rêbaza/terîqeta Sefewî digirt, ku di bajarê Erdebîl ya herêma Azerbaycan a Îranê hate damezrandin. Ew xanedanîyek Îranî/Êranî ya bi eslê xwe Kurd bû, lê di dema fermandarîya wan de ew bi payebilindên Tirkmen, Gurcî, Çerkez, û Yewnaniyên pontî re zewicîn. Sefewiyan ji bingeha xwe li Erdebîl, kontrola xwe li ser beşên Îrana Mezin ava kir û nasnameya îranî ya herêmê piştrast kirin, ji Împeratoriya Sasanî ve, bi vî rengî, bûn yekemîn xanedana xwecihî ku dewletek neteweyî wek Îran tê naskirin bi fermî ava kirin.

Sefewî ji sala 1501 heya 1722an piştî zayînê fermandar bûn (nûjenkirinekî kurt serborî dibe ji 1729 heya 1736) û li bilindahiyê xwe, ewan hemû Irana îro, Komara Azerbaycan, Behreyn, Ermenistan, Rojhilata Gurcistanê, hin beşên Bakûrê Qefqazê, Iraq, Efxanistan û her weha hin deverên Tirkiye, Sûrî, Pakistan, Tirkmenistan û Ûzbêkistan kontrol kirin.

Tevî bi têkçûna wan di sala 1736an de, mîrata ku wan li paş de hiştin vejîna Îranê bû, ku wekî asêgeha aborî di navbera Rojhilat û Rojava de dimaya, damezrandina dewletek bi bandor û bîrokrasî li ser bingeha "kontrol û hevsengî", dahênanên wan ên mîmarî û çavdêriya/patronaja wan ji bo hunerên bedew. Her weha sefewiyan bi belavkirina şiîtiyê diwazdehî ya îslamî li Îranê û li beşên mezin ên Qefqazê, li Anatolya û Mezopotamyayê, heta serdema îro jî şopa xwe hiştine.

Danasîna malbatê

Dewleta Sefewiyan navê xwe ji Sefiyedînê Erdebîlî hildigire. Sêx Safiyedîn, xwediyê rêbazeke cuda ya dînî di nav sunîtiyê de. Kurdbûna vê malbatê ji Şêx Safiyedîn destpê dike ku tê îdia kirin bi eslê xwe Şêx Safiyedîn ji Kurdistanê çûye Azerbaycanê û li wir maye. Her wiha wek tirkmenekî jiyaye. Kurê neviyê Şêx Safiyedîn, Şêx Cineyd e. Di postê şêxitiyê de serdikeve û gelek mirîdan li derdora xwe kom dike. Heta ku êdî tesîreke mezin li dewletên wî wextî dike. Yek ji van dewletan Aqoyunlî bûne ku dixwast Şêx Cineyd vekêşe aliyê xwe. Bi peydabûna vê tifaqê Şêx Cineyd li gel xwîşka serokê Aqoyunliyan, Hesenê Dirêj, bi Halime Begum re dizewice. Kurê Şêx Cineyd, Şêx Heyder jî li gel keça Hesenê Dirêj Halime Begum Alemşah re dizewice. Di vê zewacê de Şah Îsmaîl çêdibe.

Mijarên têkildar

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Îranê
  • Lîsteya xanedan û dewletên kurdan
  • Şah Îsmaîl

Çavkanî

  1. Richard Tapper, Frontier nomads of Iran: a political and social history of the Shahsevan, Cambridge University Press, 1997, ISBN 9780521583367, p. 39

Bîbliyografî

  • Yarshater, Ehsan (2001), Encyclopædia Iranica, Routledge & Kegan Paul, ISBN 978-0933273566
  • Khanbaghi, Aptin (2006), The Fire, the Star and the Cross: Minority Religions in Medieval and Early Modern Iran, I.B. Tauris, ISBN 978-1845110567

Text submitted to CC-BY-SA license. Source: Dewleta Sefewiyan by Wikipedia (Historical)



Kurdên Deylemê


Kurdên Deylemê


Kurdên Deylemê an Kurdên Deyleman li bakurê Îranê, li herêma dîrokî ya deylemê, hatine belavkirin. Di waxtên Dewleta Sefewiyan yan şi Xanedana Zendan gelek Kurd li Deylemê barkirin.

Erdnîgarî

Kurd li vê herêmê pirranî li parêzgeha Gîlan, li şehristanê Rûdbar bexşa Amerlû, şehristanê Siahkal bexşa Deylaman û şehristanê Rûdsar bexşa Rahimabadê belavbûne. Herweha li Mazenderan, bajarê Sarî kurdên kurmancîaxiv, li devera Nowşar jî êla Lek a Xecewen dijî. Eşîrên Mafî û Reşvend li bakurê parêzgeha Qazwênê dijîn û xwediye gelheke kurdî ya balkeş in. Dîsa li parêzgeha Erdebîlê li devera Xalxalê çend gundan de kurmacîaxiv hene.

Dîrok

Êl û esîrên kurdan ku îro li sê - çar parêzgehên peravîyên deryaya mazenderan belavî dijin hemî ji kurdistanê an jî ji kurdistana xorasanê hatine koçberkirin.

Çand û hûner

Êl û eşîr

Êlên kurdan ên xwedî gelhe giring Amerlû, Celîlvend, Mafî û Xecevend in. Ji vanan êla Amerlû ya herî mezin e.

  • Abdelmalikî
  • Amerlû
    • Baha Davalû
    • Beysan
    • Şamlû
    • Şaqulan
    • Staqûlan
  • Bacalanî
  • Belikan
  • Bextî (Botî?)
  • Celîlavend
  • Canbeglû (Canbegî)
  • Çemişgezeg
  • Çînginî
  • Elikan
  • Gûran
  • Kakavend
  • Kelhûr
  • Kirmanî
  • Larijanî
  • Lek
  • Mafî
  • Modanlû
  • Neka
  • Pazûkî
  • Qereqoçlû
  • Reşî
  • Topkanlû
  • Xecevend
    • Dilfan
    • Kakavend
    • Sultanqulîxanî
  • Xiyasvend
  • Zend

Navdarên kurdên ji Deylemê

Binêre

  • Dîroka Kurdistanê

Çavkanî


Text submitted to CC-BY-SA license. Source: Kurdên Deylemê by Wikipedia (Historical)



Xanedana Mehmûdiyan


Xanedana Mehmûdiyan


Xanedana Mehmûdiyan, wekî Pinyanişi jî tê nas kirin, eşîrek Osmanî-Kurd bû li herêma Gola bendî. Li gorî Ewliya Çelebî (1611–1682) 60.000 şervanên wan hebûn.

Dirok

Eşîra Mehmûdî di bin serokatiya wan Hasan de, heya wê demê dilsozê Sefewiyan, piştî êrîşa Împeratoriya Osmanî a li ser Azerbaycan (Azerbaycana Îrana îroyîn) di 1554an de di dema Kampanyaya Sefewiyan (1554-55) de alî Osmaniyan kirin.

Serekê wan, Sarı Süleyman bey, Kela Hoşap li herêma Gola Wanê, di 1643 de xurt kir.

Ew bi Dewleta Sefewiyan re bûn sînor, û ji hêla wan ve hatin serdegirtin.

Binêre

  • Dîroka Kurdistanê
  • Lîsteya xanedan û dûgelên kurdan

Text submitted to CC-BY-SA license. Source: Xanedana Mehmûdiyan by Wikipedia (Historical)







Text submitted to CC-BY-SA license. Source: by Wikipedia (Historical)







Text submitted to CC-BY-SA license. Source: by Wikipedia (Historical)







Text submitted to CC-BY-SA license. Source: by Wikipedia (Historical)



Sefiyedînê Erdebîlî


Sefiyedînê Erdebîlî


Şêx Sefiyedîn Îsheqê Erdebîlî, (jdb. 1252 - m. 1334) kurdekî navdar e ku terîqeta Sefewiye ava kiriye û navê dewleta Sefewiyan ji navê wî tê. Şagirtê Şêx Zahid Gîlanî yê damezrînerê terîqeta Zahidiyeyê bû. Melayekî pir zana bû. Sefiyedîn Îsheq dibe kalikê Şah Îsmaîl. Şêx Erdebîlî bi zimanê azeriya kevn (pir nêzîkî kurdî ye) û farisî helbest nivîsandine. Tê gotin ku Erdebîlî bi kurdî jî helbest nivîsîne. Helbestên hatine parastin binavê Dubeytî tên nasîn.

Li gorî Mînorskî, kalikê Şêx Erdebîlî mirovekî zengîn bû ku li Gilanê dijiya. Piştre jî qralên kurd herêma Erdebîlê dane wî. Li ser nivîsekê secera Erdebîlî halo hatiye nivîsandin : Şêx Sefiyedîn Ebû Fetah Îsheq kurê Şêx Emîn Cebraîl kurê Salih Qudbedîn Ebûbekir kurê Selahedîn Reşîd kurê Mihemed Hafizê Kelamellah kurê Cewad kurê Pîroz Şahê Kurdê Sencanî (Pîroz Şah Zêrînê Sencanî).

Çavkanî


Text submitted to CC-BY-SA license. Source: Sefiyedînê Erdebîlî by Wikipedia (Historical)







Text submitted to CC-BY-SA license. Source: by Wikipedia (Historical)



Împeratoriya Osmanî


Împeratoriya Osmanî


Împeratoriya Osmanî (Devlet-i ʿAlīye-i ʿOsmānīye, Dewleta Berz a Osmanî), dewleteke misilman bû ku ji eşîrên tirk derketiye.

Dîrok

Osmanî bavikekî tirk ji oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cih bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzansê xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xwe ya bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kir. Di nîşana 1453an de Konstantînopolîs (Stembol) bi dest xist û kir paytexta xwe.

Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em de êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhartinan hatiye dayîn û reform jî hatiye kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Bi derbeya Jontirkan (1908) desthilata osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqî. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cih girtiye. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê li dijî ermenî û mesîhiyên din pêk aniye. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk çûye û qedera wan ketiye destê hêzên serketî yên mîna Fransa û Brîtanyayê. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun, sedema mezintirîn ya parçebûna osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din ên osmanî înkarkirin. Piştî şerê azadîxwaz ê tirkan komara Tirkiyeyê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.

Xanedan

Kurdên osmanî

Alayên osmanî

Mijarên têkildar

  • Peymana Sevrê
  • Dewleta Sefewiyan
  • Mîrektiya Soran
  • Mîrektiya Botan

Girêdanên derve

  • Ottoman Resources in Internet

Çavkanî


Text submitted to CC-BY-SA license. Source: Împeratoriya Osmanî by Wikipedia (Historical)



Xanedana Eysaniyan


Xanedana Eysaniyan


Eysanî yan Eyşanî  (912–961), xanedaneke kurdan a sedsala 10an bû ku li Rojhilat û başûrê Kurdistanê hatibû avakirin. Ev dewleta kurd a herî emr kin e.

Çavkanî


Text submitted to CC-BY-SA license. Source: Xanedana Eysaniyan by Wikipedia (Historical)